Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe de axivî û diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyê divê yasayeke çarçoveyî ya berfireh were pêkanîn.
"Yasayeke çarçoveyî ji bo avakirina Tirkiyeke demokratîk gaveke girîng e. Ew destpêkeke nû temsîl dike. Divê ev yasa demildest were derxistin û li ser bingeha lihevkirinê were pêkanîn."
Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya bi banga roja 27ê sibatê dest pê kiribû gihîştiye qonaxeke krîtîk û diyar kir ku divê dewlet jî li gorî pêvajoyê gavên pêwîst bavêje.
Bakirhan: Divê statuya Ocalan were dîyarkirin
Di axaftina xwe de, Bakirhan mijara statuya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nirxand.
"Divê niha statuya Birêz Ocalan were diyarkirin û şert û mercên wî baştir bibin. Divê mekanîzmayek were avakirin. Divê bingeha qanûnên li ser entegrasyona demokratîk were danîn"
ÎHD: Tenê çêkdanîn ne bes e, divê entegrasyon were pêkanîn
Her wiha Şaxên Amed û Rihayê yên Komeleya Mafên Mirovan jî (ÎHD) di daxuyaniyên xwe de tekez kirin ku divê ew yasaya ku tê amadekirin, tenê bi mijara çekdanînê ve sînordar nemîne.
Hevserokê Şaxa ÎHD’yê yê Amedê Ercan Yilmaz jî bal kişand ser pêkanîna gavên hiqûqî û ev nirxandin kir:
"Tişta girîng ne tenê hebûna rêziknameya hiqûqî ye, lê belê pêkanîna wê, pejirandina wê ji her aliyan ve û kontrolkirina wê ji aliyê saziyên serbixwe ve ye. Pirsa bingehîn ew e ku bawerî, hiqûq û saziyên demokratîk ên ku dê danîna çekan mimkun bikin dê çawa bên avakirin. Mifteya aşitiya domdar jî tam di vir de ye."
Her wiha wî anî ziman ku komîsyoneke serbixwe ya ji bo "Terhîs û Entegrasyona Civakî" were avakirin û mekanîzmayên çavdêrî û piştrastkirinê bên pêkanîn.
Di heman demê de, Hevseroka Şaxa ÎHD’yê ya Rihayê Songul Arpa jî got:
"Taybetmendiya hevpar a herî girîng a mînakên li seranserî cîhanê ew e ku pêvajoya çekdanînê nikare ji garantiyên yasayî û siyasî cuda yan serbixwe were meşandin."
ÎHD’yê tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna hevdem a rêziknameyên yasayî, saziyên demokratîk û polîtîkayên civakî kir.