9 Pêşmerge çawa birîndar bûn? Îranê çi çek li dijî PAK'ê bi kar anî
Navendeke Pêşmergeyên Partiya Azadî ya Kurdistanê di 19'ê vê mehê de rastî êrîşekê hat.
PAK`ê da xuyakirin ku êrîş bi dronên bombekirî hatiye kirin, di nav bombeyan de "Fosfora Spî" hebû, 9 Pêşmerge jî birîndar bûne.
Nûçe TV dest bi şopandina hûrguliyên vê êrîşê kir.
Hamno Neqişbendî, jineke Kurd e, ew bi xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye, lê ev çend sal in li Başûrê Kurdistanê dimîne, ew bi xwe jî endama komîteya rêveber (serkirdayetî) a Partiya Azadî ya Kurdistanê ye. bi awayekî zindî bû mêvana bernameya Nîvro ya Nûçe TV û agahiyên nû parve kir.
Hamno Neqişbendî got: Birîna 2 birîndaran giran e, lê her 7 birîndarên din rewşa wan baş e, berî vê êrîşê jî 85 caran êrîşî ser navendên me hatibû kirin.
Çawa hat zanîn ku di bombeyê de "Fosfora Spî" heye?
3 salan Pêşmergeyên vê partiya Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina Başûrê Kurdistanê li hember DAIŞ`ê şer kirine.
Endama komîteya rêveber da zanîn ku li gor ezmûnên wan ên berê, ji şêweyên birînê û şûnewara her çekekê li ser bedena birîndaran, ew dizanin ku kîjan çek hatiye bikaranîn.
Hamno Neqişbendî ev yek anî ziman ku dema "Fosfora Spî" tê bikaranîn, cihê şewatê li ser laşê kesên hedefgirtî xuya dibin û bandora van çekan ji cûreyên din zêdetir e.
Ew drona ku di 19-7-2026`an de êrîş bi wê hatiye kirin, "Fosfora Spî" di nav bombeyên wê de hebû, ev çek jî qedexekirî ye.
Xaça Sor a Navneteweyî dest bi lêkolîne kiriye
Endama komîteya rêveber (serkirdayetî) a Partiya Azadî ya Kurdistanê eşkere kir ku ew û çend saziyên navneteweyî di nav têkiliyê de ne û got: Xaça Sor dest bi lêkolînê kiriye.
WHO ji bo bikaranîna "Fosfora Spî" çi dibêje?
Saziya Tendirustiyê ya Cîhanî WHO li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye ku "Fosfora Spî" ji bilî şewatê bandorê li karê dil, cerg û gurçikê dike, lewma ew gelek caran dibe sedema mirinê.
Li gor Peymanên Cenevreyê yên sala 1949`an û protokolên wan ên zêdekirî, bikaranîna "Fosfora Spî" hatiye sînordarkirin, lê ew bi temamî nehatiye qedexekirin.
Nabe ev çek li dijî sivîlan an jî li navendên leşkerî yên di nav sivîlan de bê bikaranîn.
Koka "Fosfora Spî" çi ye û kîjan salê hatiye dîtin?
Di sala 1669`an de zanyarê Alman, "Hening Brand" lêkolîn kiriye û dîtiye ku "Fosfora Spî" heye.
Ev nav bi xwe jî ji zimanê Yûnanî hatiye wergirtin; (Phos) bi wateya ronahiyê tê û (Phorus) wateya paşgira (gir) dide, bi temamî wateya wê dibe ronahîgir.
"Li hember Kurdan xetên sor ji Komara Îslamî re tune ne"
Hamno Neqişbendî destnîşan kir ku li hember Kurdan xetên sor li cem Komara Îslamî ya Îranê nayên dîtin û ji bo gelê Kurd bêdeng bike ew her karekî dike.
Hamno Neqişbendî balkişand ser giringiya rola Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di avakirina yekdengî û yekrêziya Kurdî de.
Berî ku beşdariya wê ya di bernameya Nîvro de bi dawî bibe, endama serkirdayetiya Partiya Azadî ya Kurdistanê bi riya Nûçe TV bang li tevahiya hêz û aliyên Kurdî kir ku li hember sûc û tawanên Komara Îslamî ya Îranê bêdeng nebin, da ku rê li ber van êrîşan bê girtin û jiyana Kurdan bê parastin.