Qalîbaf: Em li qadê amade ne û em xwe radest nakin

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro di gotareke xwe de behsa şiyana Îranê ya mûşekî kir û ragihand ku Îran dikare mûşekên balîstîk heta çend hezar kîlometre dûr bavêje. Li aliyekî din jî, Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Mustefa Îzdî anî ziman ku Îran xwe di warê leşkerî de bi pêş dixe û xurt dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja şêşemê 22yê îlonê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf serdana Muzexaneya Neteweyî ya Şoreşa Îslamî û Parastina Pîroz a li Tehranê kir û li wir behsa şiyan û hêza Îranê kir.

Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand ku Îran îro dikare bê sînordarkirin mûşekên balîstîk çend hezar kîlometre dûr bavêje.

Mihemed Baqir Qalîbaf lê zêde kir ku divê Trump bizanibe ku ew nikare hêza xwe li ser neteweya Îranê û hêzên çekdar ên Îranî bisepîne.

Qalîbaf got ku divê dijmin bizanibe ku dan û standin jî qadeke têkoşînê ye û dîplomasî ne teslîmbûn e.

Lê belê ew veguherandina hêza qadê bo destkeftiyeke siyasî ye.

Di dawiyê de, Serokê Parlamentoya Îranê diyar kir ku ew bi tundî li dijî şerê hevbeş ê leşkerî, aborî û medyayî yê dijmin radiwestin û ew li qadê amade ne û xwe radest nakin.

Mustefa Îzdî: Em şiyanên xwe yên leşkerî xurt dikin

Têkildarî mijara hêza Îranê ya mûşekî, Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Mustefa Îzdî roja duşemê 21ê îlonê ragihand ku Îran şiyanên xwe di warên mûşekî, dron, mûşekên krûz, pergalên sîber, şerê elektronîk û parastina hewayî de xurt dike.

Her wiha Îzdî anî ziman ku Eniya Berxwedana Îslamî jî li qadê ye û şervanên Yemenî ber bi rûbirûbûna bi dijmin re diçin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye