Îranê 6 girtiyên din bi dar ve kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, eşkere kir ku di çend rojên borî de, dewleta Îranê 6 girtiyên din bi dar ve kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê, binpêkirinên xwe li Îran û Rojhilatê Kurdistnê bênavber, dewam dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, li ser bidarvekirinên li Îranê, raporek belav kir.

Di çend rojên borî de, cezayên bidarvekirinê yên herî kêm 6 girtiyên ku berê ji ber sûcên têkildarî madeyên hişbir û kuştina bi zanebûn cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn, li zindanên Adilabadê yên li Şîraz, Semnan, Dehdeşt, Dezful û Îlamê hatine bicîhanîn.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, 24`ê tebaxê, cezayê bidarvekirinê yê girtiyekî bi navê Behram Keşaverzî yê ji bajarê Bayzahê li zindana Adilabadê ya Şîrazê hatiye bicîhanîn.

Berê ew bi sûcên têkildarî sûcên hişber hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

23`ê tebaxê, cezayê bidarvekirinê yê du girtiyên ji Semnanê, Hemed Emamî yê 39 salî û Mihemed Elî Kaffaşî yê 42 salî, li girtîgeha navendî ya bajêr hatin bicîhanîn.

Her du girtî du sal berê di dozeke hevbeş de bi tohmeta sûcên têkildarî madeyên hişberê hatibûn girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibûn birîn.

Cezayên bidarvekirinê yên her du girtiyan bi dizî û bêyî agahdariya malbatên wan hatin bicîhanîn.

Di heman rojê de, cezayê bidarvekirinê yê girtiyê Navid Mihemedpûr ê ji Cheramê, bi tohmeta kuştinê li girtîgeha navendî ya Dehdeştê, hat bicîhanîn.

Her wiha, roja çarşemê, 18`ê tebaxê, cezayê bidarvekirinê yê Morad Nooreh ê 43 salî yê Lor û xelkê Dezfulê, li girtîgeha navendî ya bajêr hat bicîhanîn.

Ew çar sal berê bi tohmeta kuştinê hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Di heman demê de, cezayê bidarvekirina girtiyekî Kurd Mohsen Zaronî yê ji Kohdeştê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate bicihanîn.

Berê ji ber sûcên têkildarî madeyên hişberê cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, da zanîn ku nûçeya bidarvekirina van şeş girtiyan, heta dema amedekirina vê raporê, di medyaya nêzîkî dadweriya dewletê de, nehatiye ragihandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye