Li gorî SKY NEWS`ê lîstikvanê Brezîlyayî Fabinho, tevlî hevalê xwe yê berê Mohamed Salah, di rêzên tîma Trabzonsporê ya Tirkiyê de bû.
Fabinho bi postekê li ser hesabên medyaya civakî yên Trabzonsporê got:
"Li Trabzonsporê rûyekî naskirî li benda min e."
Lîstikvanê Brezîlyayî piştî ku 5 sezonan bi Salah re li Liverpolê lîst, di sala 2023`an de tevlî Îtîhadê bû, lê peymana xwe bi tîma Siûdî re nû kir.
Muhemed Salah jî di destpêka vê mehê de bi transfereke azad tevlî Trabzonsporê bû.
Her wiha maça bê ya tîma Trabzonspor di Super Lîga Tirkiyê de bi tîma Amedsporê re ye.
Herdu tîman wê di 31`ê vê mehê de di saet 21:30`an de werin beramberî hev.