Di hefteya 26'emîn a Lîga 1'emîn a TFF'ê de, îro Amedspor tê beramberî Sariyersporê.
Ji bilî lîstikvan Çekdar Orhan, hemû taximê Amedsporê beriya maçê her kes amade ye.
Amedspor, armanc dike ku bi 3 pûanan ji Stenbolê vegere.
Maça ku di nîvê yekem ê sezonê de hat lîstin, Amedspor li mala xwe 2-0 Sariyerspor têk bir.
Maç, wê li Stadyûma Yusuf Zîya Oniş were lîstin.
Maç, wê li ser TRT Sporê zindî bê weşandin.
Wekî din, maç dikare li ser kanala Bein Sports 2 jî were temaşekirin.