Di 19’ê Sibatê de, Êzidî Cejna Xidir İlyas û Xiristiyan jî Roja Mezin pîroz dikin.
Ji ber salnameya hicrî jî ku her sal meha Remezanê nêzî 11 rojan pêşde tê, îsal meha Remezanê jî ket heman rojê.
Bi vî rengî bawermendên her sê olan îro rojî girtin.
Cejna Xidir Ilyas sê rojan dewam dike û wek nîşana hêvî, nûbûn û hevkariya bi xwedê re tê zanîn.
Di heman rojê de Xiristiyan jî vê rojê pîroz dikin ku bi paqijkirina mezinahiya laş tê naskirin.
4 rojan dewam dike, di van çar rojan de bawermend xwe ji hin xwarinan dûr digrin.
Mislman jî di meha Remezanê de ji dema nimêja berbanga sibehê ta banga nimêja êvarî qet tiştekî naxwin û venaxwin.
Di ola Îslamê de ev meh wek meha aramî û alîkarîkirina hev tê zanîn.