Li Hewlêrê 7´emîn Pêşbaziya Hespên Erebî hat lidarxistin

Ev cara 7´emîn e li bajarê Hewlêrê Pêşbaziya Kurdistanê ya Xweşikiya Hespên Erebî yên Resen tê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di pêşbaziyê de bi dehan xwedî hesp û hezkiriyên hespan ji deverên cuda yên Kurdistanê ji bo temaşekirina xweşikahiya hespan amede bûn. 

Di pêşbirkê de, hespên herî xweşik ên Erebî dikevin pêşbaziyeke xweşikbûnê û li gorî pîvanên; xweşikiya serî û stû, lihevhatina laş, saxlemiya piyan, bedewî û çelengiya tevgerê tên nirxandin. 

Her wiha pêşbazî du rojan berdewam dike û 80 hespên ji temenên cuda beşdar dibin. 

Hespa ku nasnavê "Hespa Herî Xweşik a Erebî ya li Kurdistanê" bidest dixe, bi awayekî taybet tê xelatkirin.

Di nav beşdaran de, Zeryan Telat û hevjînê wê bi 12 hespên Erebî yên resen amade bûn û diyar kirin ku sala borî wan pileya yekem bi dest xist û hêvîdar in îsal jî heman serkeftinê dubare bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye