BIJÎŞKÊN QELADIZÊ DEST BI BOYKOTÊ KIRIN

Li Qeladizê bijîşkan dest bi boykotê kirin. Bijîşk dibêjin, heta daxwazên wan bicih neyên wê boykota wan dewam bike.

reset font size increase font size

Berpirsê Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Şehîdan a Qeladizê Elî Qadirî diyar kir ku Îro, hemû bijîşkên derçoyî û nehatîn tayînkirin li tevahî nexweşxane û beşên lezgîn, tevî nexweşxaneya lezgîn a Qeladizê, boywkot ragihandin e. 

Qadirî  tekez kir, heta  daxwazên wan ên damezrandina bijîşkên giştî yên ku par mezûn bûne û redkirina kar ya bi awayekî pilebendî neyên bi cihanîn wê boykota kar bidomînin.

Elî Qadirî da zanîn ku niha, tenê xebatkarên beşa lezgîn bi şêwirmendiya pisporan nexweşan li nexweşxaneyan di rewşên acîl ên wekî felc, qezayên trafîkê, birîndarî, şewat û tayê de werdigirin.

Ji destpêka  meha Hezîranê ve ji ber boykota bijîşkan a li Hewlêr û îdareya Soran nexweşxane vale mane. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24