Qeşayên Cîloyê weke dîmenên kartpostal in lê nayên parastin

Bînerên hêja, niha em ê we bibin newala bihuştê, ango kefiyên Cîloyê ya li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê. Newala ku 45 kîlometreyan dûrî bajêr e, di salên dawî de bûye yek ji cihên herî zêde ku geştyar diçinê. Lê belê cihekî ewqas xweş û dîrokî, bi destê mirovan tê xerakirin û li hember vê ti tedbîr nayên girtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Qeşayên Cîlo yên 20 hezar salî ku li Newal û Zozanên Sipîxanê (Newala Bihuşt û Dojehê) ku nêzî 45 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ye, bi xeteriyeke nû re rûbirû ye.

Ev dever di salên dawî de bûye yek ji cihên herî zêde ku geştyar serdana wê dikin.

Ev devera bihuştî bi destê mirovan tê xirabkirin, li newala ku qeşa lê hene xwaringeh û kampa konan hat avakirin.

Beşeke newalê wekî "bihuşt" û beşeke wê jî wekî "dojeh" tê binavkirin.

Li beşa ku wekî "dojeh" tê binavkirin jî qeşayên 20 hezar salî hene.

Di beşa "bihuşt"ê de nixumandina gîya û şînatiyên cihêreng, sûlavên ku ji ava berfê çêbûne û zozan balê dikişînin.

Newal bi qeşayên xwe yên 20 hezar salî, sûlav, riwekên endemîk û zozanên xwe re gelek bedewiyên bêhempa dihewîne.

Qeşa ji ber neparastinê qebareya xwe winda dikin

Qeşa ji ber germbûna gerdûnî û xerakirina bi destê mirovan, di salên dawî de beşeke mezin a qebareya xwe winda kirin.

Pispor hişyariyê didin ku ger tedbîr neyên girtin, dibe ku qeşa di nav 20 salan de bi temamî bihelin.

Li beramberî vê xeteriyê, ti tedbîr nayên girtin, lê belê gavên yekem ên ji bo bazirganiya li herêmê hatin avêtin.

Di çarçoveya Lîga Super a Pêlewaniyê de, îsal di geliyê de trîbûneke 800 kesî hat çêkirin.

Piştî pêşbirkên pêlewaniyê, trîbûn hat rakirin.

Lê belê li cihekî nêzî qeşayan xwaringehek ji konan hatiye avakirin.

Her wiha li keviya avê gelek çardax û kampa konan hatiye çêkirin.

Çardax û konên ku ji aliyê kesên ku îdîa dikin herêm "erdê wan ê bi tapû ye" ve hatine avakirin, ev kon rojane tên kirêkirin û li dijî vê rewşê jî ti gav nayê avêtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye