Fakulte û peymangehên Hesekê wê bibin beşek ji zanîngeha Firatê

Wezareta Perwredeya Bilind û Zanistî ya Sûriyê, diyar kir ku dê fakulte û peymangehên Hesekê û Reqayê bibin beşek ji zanîngeha Firatê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Perwerdeya Bilind û Zanistî, der barê sîstema xwendina bilind a li parêzgeha Hesekê de, daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew niha hewl didin mafên xwendevanên zanîngehên parêzgeha Hesekê biparêzin û wan tev li sîstema xwendina bilind bikin.

Wezareta Perwerdeya Bilind û Zanistî ya Sûriyê, dê hemû fakulte û peymangehên parêzgeha Hesekê bike beşek ji zanîngeha Firat-beşa Hesekê.

Di vê çarçoveyê de Zanîngeha Şerq a Reqayê girêdayî Zanîngeha Firat-beşa Reqayê kir.

Her wiha wezaretê anî ziman ku dê bawernameyên hemû zanîngehan derbasdar bin û mafên xwendevanan biparêzin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye