Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê 3 cureyên mazotê bi buhayên nû ragihand.
Wezaretê diyar kir ku buhayê lîtreyeke mazotê ya baş dê bibe 115 lîreyên Sûriyê yên nû, ew jî bi pereyên kevn dibe 11 hezar û 500 lîre, ev mazot jî ji bo germkirin, çandinî û beşên din tê bikaranîn.
Wezaretê da zanîn ku mazota ji bo sektora veguhastinê, berhemdayîn û xizmetguzariyê dê bibe 150 lîreyên nû, mazota ku ji derve derbasî herêmê dibe jî bi 175 lîreyên nû ye.
Wezareta Enerjiyê destnîşan kir ku sererastkirina buhayan bi awayekî demkî ye.