Bolîvya û Paraguayê piştî 88 salan sînorên xwe diyar kirin.
Wezareta Derve ya Bolîvyayê ragihand ku piştî 88 salan ji danûstandinan, Bolîvya û Paraguayê roja çarşemê li La Pazê sînorê xwe yê hevpar bi fermî destnîşan kirin.
Herdu welatan di navbera salên 1932 û 1935`an de ji bo kontrolkirina herêma Chaco Boreal şer kirin.
Tê texmînkirin ku di encama şer de 80 heya 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Bi windakirina Bolîvyayê bi qasî nîvê axa heyî ya Paraguayê şer bi dawî bû.
Piştî Şerê Paraguayê û Bolîvyayê di sala 1938`an de peymaneke aştiyê îmze kirin.
Bi vê yekê pêvajoyeke dirêj ji bo destnîşankirina sînorên hevpar ku bi qasî 755 kîlometreyan dirêj dibe, dest pê kir.
Wezareta Bolîvyayê di daxuyaniyekê de got ku "Bolîvya û Paraguayê sînorên xwe yên navneteweyî bi tevahî destnîşan kirin.
Lihevkirin di encama civînek sê rojî ya li La Pazê ya komîsyona hevbeş a li ser destnîşankirina sînorê di navbera Bolîvya û Paraguayê de pêk hat.
Vê civînê rê da destnîşankirina beşa sînor a dawîn a mayî ku qasî 3.5 kîlometreyan dirêj e.
Her wiha li ser çemê Rio Negro ya Bolîvyayê dirêj dibe.
Wezareta Karên Derve ya Paraguayê jî anî ziman ku êdî dibe ku her du welat li Amerîkaya Başûr bibin tekane welatên ku tevahiya sînorên di navbera xwe de bi awayekî teqez diyar kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xebatên têkildarî diyarkirina sînor li herêmên berfireh û xwegihandina wan dijwar e, hatin birêvebirin.