Di şwata daristanan de, roja sêşemê li başûrê Fransayê 11 hezar hektar erd şewitî.
Di şewatê de hezar 820 agirkuj hewl didin agir vemirînin.
Li herêma Aude ya li basûrê Fransayê, di encama şewtê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.
Ji ber şewatê niha nêzîkî 2,500 malbat li herêmê bê elektrîk in.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di hesabê xwe yê X'ê de got, "Hemû çavkaniyên hikûmetê ji bo mijulbûna bi şewata Aude re têne seferber kirin,"
Her wiha Macron bang li mirovan kir ku bi baldarî tevbigerin.