Li Fîlîpînan karesata deryayî: Di keştiyekê de şewat derket, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Li nêzî beravên parêzgeha Palawan a Fîlîpînan, di keştiyeke geştyariyê de şewateke mezin derket. Di karesatê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 87 kesên din jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li rojavayê Fîlîpînan, keştiya rêwiyan a bi navê "MV June Aster" ku ji paytext Manila ber bi girava geştyarî Coronê ve diçû, li nêzî beravên Palawanê bi sedemeke nehatî diyarkirin şewitî. Şewata ku êvara çarşemê dest pê kir, di demeke kurt de li tevahiya keştiyê belav bû û asmanê herêmê bi dûmaneke reş û xifş girt. 

Li gorî daxuyaniya fermî ya Parêzvanên Beravê yên Fîlîpînan, di keştiyê de bi giştî 134 kes (117 rêwî û 17 xebatkarên keştiyê) hebûn. Di encama xebatên rizgarkirinê de heta niha termên 5 kesan hatine dîtin û zêdetirî 42 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin. Lê belê, çarenûsa nêzî 87 kesên din hîn ne diyar e û tîmên hawarçûnê di nav deryayê de li dû wan digerin. 

Dîmenên ku ji aliyê artêş û parêzvanên beravê ve hatine parvekirin, nîşan didin ku keştî di nav deryayê de dişewite û ji ber pêlên bi hêz dikişe. Rayedaran ragihandin ku ji ber mercên xirab ên deryayê û bayê tund, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi zehmetî birêve diçin û lêkolînên li ser sedema derketina agir berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye