Li Qosera mêrdînê hêzên ewlehiyê bi ser malan de girtin: 3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Qosera Mêrdînê, hêzên ewlehiyê di saetên serê sibehê de bi ser çend malan de girtin û di encamê de 3 kes hatin binçavkirin. Dîmenên kêliyên bi serdegirtinê yên ku ji aliyê cîranan ve hatin girtin, bûn sedema bertekên tûnd. 

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di saetên berya sibehê de operasyoneke hevdem birin ser çend navnîşanan. Di vê operasyonê de, hêzên tîmên taybet bi ser malan de girtin û sê kesên bi navên S. A., R. K. û R. L. binçav kirin. 

Li gorî dîmenên ku ji aliyê cîran û şahidên rûdanê ve bi telefonên mobîl hatine qeydkirin, tê dîtin ku hêzên ewlehiyê bi tundî dikevin nav malê û endamên malbatê li ser erdê dirêj dikin. Ev şêwazê mudaxeleyê û nêzîkatiya li pêşberî çavên zarokan, li ser torên civakî û di nav gel de bû sedema nerazîbûneke pir mezin.

Heta niha ji aliyê rayedarên fermî ve daxuyaniyek li ser sedem û hinceta vê operasyonê nehatiye dayîn û nehatiye eşkere kirin ka ev kes bi çi tên tohmetbar kirin.

Hat ragihandin ku her sê kesên binçavkirî ji bo girtina îfadeyan birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Navçeya Qoserê û lêpirsîna wan berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye