Tirkiyê Omer Mihemed Çîftçî ji lîsteya terorîstan derxist

Omer Mihemed Çîftçî berê ji ber têkiliyên xwe yên bihêz ên bi rêxistina El-Qaîdeyê re, di lîsteya "Kategoriya Sor" a Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê de cih digirt. Omer Çîftçî di 28`ê Kanûna 2024`an de bi biryara rêveberiya nû ya Sûriyê, wekî Fermandarê Tumena 62 yemîn hat destnîşankirin. Piştî vê tayînkirinê, Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê bêyî ku daxuyaniyeke fermî an biryareke dadgehê eşkere bike, navê Omer nişkave ji lîsteya terorîstan derxist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Veguhêz a Sûriyê hemwelatiyê Tirk Omer Mihemed Çîftçî wek Fermandarê Tumena 62’yemîn a artêşa Sûriyê û Mehmûd El Hemîdî wek fermandarê Tumena 76’emîn destnîşan kir.

Li gorî Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî de, hat xwestin ku çekdarên ne Sûriyeyî ji Sûriyê werin derxistin.

Çiftçi ku bi nasnavên weke Muxtar Turkî û Umer Mihemed Ceftaşî kar dikir, di sala 1980’yê de li Osmaniyê jidayik bûye.

Ew di sala 2004’an de li Efganistanê tevlî El Qaîdeyê bû û di 2012’an de hat Sûriyeyê da ku tevlî El Nusra (HTŞ) bibe.

Çîftçî beriya niha ji ber têkiliya xwe bi El Qaîdeyê re di lîsteya herî zêde ya lêgerînê de bû.

Di Kanûna 2024’an de, dema ku HTŞ bi serkêşiya Ehmed Şera li Sûriyeyê hat ser desthilatê, Enqereyê Çîftçî ji nişka ve ji lîsteya lêgerînê ya Tirkiyê derxist.

Piştre navê Şiftçî ji lîsteya "terorîstên lêgerîn" a Wezareta Karên Hundir hate derxistin.

Parlamenterê AKPê Turhan Çomiz eşkere kir ku Wezareta Karên Hundir bêyî biryara dadgehê navê Omar Mohammed Şiftçi ji lîsteya "terorîstên lê digerin" li Tirkiyeyê derxistiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye