Li dijî Suleymanciyan pêla 3’yemîn: Ji bo 54 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn

Di lêpirsîna li dijî rêxistina olî ya Suleymanciyan de, ji bo 54 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn û ji bo11 şirket û 3 komeleyên wan qeyûm hat erkdarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tirkiyê pêla sêyemîn a operasyona li dijî rêxistina "Suleymancilar" dest pê kir. Serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 54 gumanbaran biryara binçavkirinê da. Her wiha ji bo 11 şirket û 3 komeleyên girêdayî rêxistinê biryara erkdarkirina qeyûm hat girtin.

Di pêla yekem a operasyonê de ku di 13’ê Tebaxê de li 17 bajaran pêk hatibû, Serokê rêxistinê Alparslan Kurîş jî di nav de 32 kes hatibûn girtin. Tê îdîakirin ku di ser kes û şirketên vê avahiyê re liv û tevgereke fînansî ya mezin a ku ji 100 milyar TL'yî zêdetir e, hatiye kirin. Operasyonên polîsan berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye