Çavkaniyek ewlehiyê ji polîsên Hewîceyê ji Nûçe TV re got ku êrîş îro serê sibehê li gundê Burglîye li sînorê navçeya Hewîceyê li dijî xaleke kontrolê ya Artêşa Îraqê hatiye kirin.
heman çavkanî diyar kir ku, dema çekdar paşve vedikişiyan, ew ketin kemîna hêzên Îraqê û şer di navbera her du aliyan de derket, di encam de çend endamên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Ji dema ragihandina vekişîna hêzên Amerîkî û hevpeymaniyê ji Îraqê di destpêka vê mehê de û heta niha ev sêyemîn êrîşa DAIŞ'ê ye ku li parêzgeha Kerkûkê tê kirin.