Çarçoveya hevrêziya Şîeyan a Îraqê civiya

Çarçoveya hevrêziya şîeyan a Îraqê şeva borî li Bexdayê civînek li dar xist û tê de pêşniyar hat kirin ku cîgir ji bo serokwezîr bê diyarkirin. Lê serokwezîr Elî Zeydî red kir û ev yek wekî kêmkirina desthilatên xwe bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çarçoveya hevrêziya şîeyan a Îraqê şeva borî li mala Heyder Ebadî li dar xist.

Li gorî daxuyanyekê ku li ser wê civînê hat weşandin, alîyan li ser hejmarek mijarên siyasî û yasayî yên ku di rojeva parlementoyê de ne nîqaş kirin.

Di nav wan de destnîşankirina wezîrên mayî di kabîneya Hikûmeta Îraqê de û lezandina gavên ji bo pejirandina qanûna petrol û gazê hebûn.

Aliyên beşdar, qanûna li ser Lijneya Heşda Şabî nîqaş kirin û girîngiya temamkirina prosedurên yasayî ji bo rêkxistina karê komîteyê di çarçoveya saziyên dewletê de tekez kirin.

Çend qanûnên din ên girîng jî hatin nîqaşkirin, di nav wan de Qanûna Petrol û Gazê, Qanûna Dadgeha Federal û Qanûna Konseya Federal, bi armanca temamkirina avahiya destûrî û saziyî ya dewletê.

Pêwîstiya çareserkirina temamkirina kabîneya hikûmetê hat tekez kirin

Der barê mijarê de, çarçoveya hevrêzkirinê li ser nîqaşên berdewam rawestiya û pêwîstiya çareserkirina vê pirsgirêkê tekez kir.

Biryar hat dayîn ku ji bo destnîşankirina wezîrên mayî gav bên avêtin, da ku avahiya hikûmetê temam bibe û bikaribe erkên xwe bi rêkûpêk pêk bîne.

Mijareke din jî ya civînê rêxistina karûbarên navxweyî yên çarçoveya hevrêzkirinê bû.

Her wiha tekezî li ser nivîsandina rêzikname û qanûnên ku mekanîzmaya xebatê û rêbazên biryardanê rêk dixin hat kirin.

Da ku hevgirtina partiyan di nav çarçove û xebata saziyî de xurt bibe.

Di cvinê de pêşniyar hat kirin ku cîgir ji bo serokwezîr bê danîn

Her der barê wê civînê de rojnameya Meda ya Îraqî raporek weşand û got, Çarçoveya Hevrêzkirina Şîeyan ji bo dagirtina neh wezaretên vala di kabîneya Elî Zeydî de hewldanên xwe zêde kiriye.

Biryar e ku heta 20`ê vê mehê navên namzedên heft wezaretan ji parlamentoya Îraqê re bişîne.

Elî Zeydî pêşniyara danîna cîgir ji bo serokwezîr red kir

Hat gotin ku di civîna Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan de babeteke din a giring bû rojev ew jî pêşniyara tayînkirina cîgirê serokwezîr bû.

Lê ev pêşniyar ji aliyê serokwezîr Elî Zeydî tê redkirin ji ber ku ev yek wekî kêmkirina desthilatên xwe bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye