Elî Zeydî: Şer û aştî wê di destê dewletê de be

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di 81'emîn civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de diyar kir ku Îraq ji bo qonaxeke nû ya aramî û vejîna aborî dixebite. Elî Zeydî got ku biryara şer, aştî û sînordarkirina çekan dê di destê dewletê de be û bang li cîhanê kir ku li Îraqê veberhênanê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li New Yorkê di 81'emîn civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) de axivî.

Elî Zeydî behsa Îraqê û aramiya wê kir û wiha got:

"Îraq ji bo qonaxeke nû ya aramî û vejîna aborî dixebite.

Biryara şer, aştî û kontrolkirina çekan dê di destê dewletê de be.

Gavên me ji îradeya me ya netewî derdikevin.

Ji bo vegerandina serweriya hiqûqê û xurtkirina saziyên dewletê, divê çek di destê saziyên destûrî yên dewletê de bin.

Ez bang li welatan dikim ku rê nedin ku li herêmê tundrewî pêş bikeve."

Elî Zeydî : Em bang li Cîhanê dikin ku li Îraqê veberhênanê bikin

Her wiha Zeydî ev tişt jî got:

"Plana me ye ku em hilberîna petrola xav zêde bikin.

Em ê zeviyên gazê pêş bixin.

Her wiha Xetên hinardekirinê yên ku Îraq bi Tirkiyê, Ûrdin û Sûriyê ve girêdidin zêde bikin.

Em bang li cîhanê dikin ku li Îraqê veberhênanê bikin.

Ji ber ku welatê me xwedî çavkaniyên girîng û cihekî erdnîgarî ye, îro tên çewisandin."

Têkildarî doseya jîngehê jî Elî Zeydî wiha lê zêde kir:

"Îraqê bi pirsgirêkên guherîna avhewayê, çolbûn, kêmbûna avê û bandora wan li ser ewlehiya xwarinê re rû bi rû ye.

Em pabendî mafên xwe yên rewa yên avê ne û daxwaza birêvebirina hevbeş a çavkaniyên avê li gorî qanûnên navnetewî dikin."

Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî got ku Îraq xwedî beşdarbûna di ewlehî û aramiyê de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye