Artêşa Îraqê berpirsyariya hinek deverên serbazî ji Heşda Şebî wergirt

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê diyar kirin ku piştî lihevkirinek di navbera her du aliyan de, hêzên artêşê çend baregehên leşkerî ji hêzên Heşda Şebî li herêmên Semawe û Amirliyê wergirtine.

reset font size increase font size

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê îro ragihandin ku artêşa Îraqê berpirsiyariya çend cihan li parêzgeha Semawe û Amrliyê li parêzgeha Selahedînê girtiye ser xwe.

Çavkaniyan gotin ku hêzên artêşê piştî lihevkirinek di navbera wan de berpirsiyariya baregeha ewlehiyê ya hêzên Heşda Şebî li Bade ya Semawa girtine ser xwe.

Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku baregehek din a hêzên Heşda Şebî li herêma Amirliyê ya parêzgeha Selahedînê hatiye wergirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye