93 sal di ser komkujiya Sêmêl re derbas bûn

Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, gelek Suryanî ji herêma Hekariyê koçberî gundê Sêmêlê yê parêzgeha Dihokê bûn. Lê di sala 1933'yan de, careke din li Sêmêlê, Suryanî, Kildan û Aşûrî bûn hedefa komkujiyekê ku di encama wê de nêzî 3 hezar kes bûn qurbanî. Ew jî komkujiya Sêmêlê bû ku ji bo rêzgirtina li qurbaniyên wê, 7'ê tebaxê weke roja şehîdên Kildanî yên Suryanî yên Aşûrî tê bibîranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komkujiya Sêmêl yek ji komkujiyan e ku civaka Kildanî, Suryanî û Aşûrî ku xwedî baweriya Xiristiyanaî ne, rûbirû hatiye.

Di destpêka sedsala 20'an de Sêmêlê gundekî biçûk ê Kurdan bû.

Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, gelek Suryanî ji herêma Hekariyê koçberî wî gundî bûn.

Piştî ku komara Îraqê hat damezrandin, niştecihên Suryanî dîsa bûn hedefa kuştin û dûrxistinê.

Di 7'ê tebaxa sala 1933'yan de, Komkujiya Sêmêlê pêk hatiye.

Lê ew bûyer bi herêma Sêmêlê nesekiniye ku hikûmeta Îraqî gelek gundên Başûrê Kurdistanê yên Kildan, Suryan û Aşûran dagir kirin û di encamê de bi kêmanî 3 hezar kes di vê komkujiyê de hatine kuştin.

Nêçîrvan Barzanî şehîdên komkujiya Sêmêlê bi bîr anîn

Der barê salvegera 93'yan a komkujiyê de, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser hesabê xwe yê X'ê belav kir û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û wiha got:

"Di salvegera 93'yan a şehîdên Aşûrî de, em bi rêzdarî şehîdên Komkujiya Sêmêlê yên sala 1933'yan tevî niştecihên 60 gundên di navbera Mûsil û Dihokê de bi bîr tînin.

Ew şehîd qurbanên desthilata Qiralşahiya Îraqê ya wê demê bûn."

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Başûrê Kurdistanê wê her bimîne welatê hevpar û wiha nivîsî:

"Di vê salvegera biêş de, wê pêşketin bi parastina çanda lêborîn, pêkvejiyan û hevpejirandinê be.

Em ji tevahî saziyan re tekez dikin ku wê Kurdistan her bimîne welatekî hevpar ê tevahiyan."

Sala 1970'yî Hevbendiya Aşûrî ya cîhanî 7'ê tebaxê weke roja şehîdên Kildanî yên Suryanî yên Aşûrî destnîşan kir û her sal jî li gorî wê ev salvegera biêş tê bibîranîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye