NY li ser binpêkirinên li dijî Kurd û Belûçan hişyarî da Îranê

Pisporên Neteweyên Yekbûyî xwestin ku Îran dawî li girtinên keyfî, êşkence û bidarvekirinên ku gelê Kurd û Belûç hedef digirin, bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê, binpêkirinên xwe li dijî gelê Îranê bênavber berdewam dike û bi taybet li dijî gelê Kurd û Belûç.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî xwestin ku Îran dawî li girtinên keyfî, êşkence û darvekirinên ku gelên Kurd û Belûç hedef digirin bîne.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî, îro bang li Îrayedarên Îranê kirin û daxwaz kirin ku:

"Dawî li zêdebûna girtinên keyfî, windakirinên bi darê zorê,

êşkence, muameleya xerab û bidarvekirinên keyfî yên gel û

bi taybetî jî gelê Kurd û Belûç hedef digrin, bîne."

Neteweyên Yekbûyî, der barê binpêkirinên li Îranê raporek belav kir.

Di raporê de wiha hate gotin:

"Em weke pisporên NY bang li rayedarên Îranê dikin ku dawî li girtinên keyfî, windakirinên bi darê zorê, êşkence û bidarvekirinên ku civakên Kurd û Belûç pê re rûbirû dimînin, bînin."

Pisporan destnîşan kir ku piştî xwepêşandanên ku di Kanûna 2025’an de li Îranê dest pê kirin, bi hezaran kes hatine girtin û bûyerên êşkencê, mikurhatinên bi darê zorê û windakirinên bi darê zorê, zêde bûn.

Her wiha pisporan, eşkere kir ku di şeş mehên ewil ên 2026’an de herî kêm 24 Belûç û 22 welatiyên Kurd hatine darvekirin û gelek kesên din bi xetereya darvekirinê re rûbirû ne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku,

"Sûcên wekî sîxurtî, şer, berhevdaniya li ser rûyê erdê û serhildan

bi taybetî li dijî hemwelatiyên Kurd wekî amûrên çewisandinê tên bikaranîn."

Di raporê de hat diyarkirin ku zextên li ser çalakvanên Kurd ên li derveyî Îranê jî zêde bûne û wiha lê zêde kir:

"Milkên bi sedan Îraniyên ku li derveyî welat dijîn tên desteserkirin

û der barê 37 çalakvanên Kurd û rêveberan de biryara girtin û daxwazên radestkirinê hatiye derxistin."

Di dawiyê de, pisporên NY, erkên Îranê yên di çarçoveya qanûna navneteweyî de bi bîr xist û tekez kir ku,

"Êşkence, windakirinên bi darê zorê û binpêkirinên keyfî yên mafê jiyanê qedexe ne.

Divê prensîbên darizandina adilane, azadî, ewlehiya kesane, wekhevî û ne-cudakariyê werin parastin."

Di dawiyê de, pisporan ragihand ku ew ê van mijaran bi rêya diyalogê bi rayedarên Îranê re bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye