Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanî roja duşemê 24`ê tebaxê ragihand ku keştiyeke petrolê bi qasî 63 mîlan dûrî bajarê Yenbû yê Erebistana Siûdî ji aliyê mûşekeke nenas ve hat lêdan û agir pê ket.
Li gorî rêxistinê, hemû endamên ekîba keştiyê ewle ne.
Rêxistinê lê zêde kir ku der barê zirarên jîngehîn ên bûyerê de ti agahî nehatin
weşandin.
Vance: Amerîka rojane heta 15 milyon bermîl petrol ji Hurmizê derdixîne
Li aliyekî din jî, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D Vance roja duşemê di hevpeyvînekê de bi kanala Newsmaxê re behsa trafîka li Tengava Hurmizê kir.
J.D Vance di hevpeyvîna xwe de got ku tevî hewldanên Îranê ji bo girtina Tengava Hurmizê, Amerîka kariye ku rojane di navbera 7 û 15 milyon bermîl petrol ji vê rêyê derxîne.
Vance lê zêde kir ku yek ji amûrên herî bihêz ên Amerîkayê ew e, ku Îranê neçar dike ku bedela hewldana xeniqandina bazirganiya petrol û gazê bide.
Di dawiyê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D Vance tekez kir ku armanca sereke û bingehîn a hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn ew e, ku pêşî li Îranê bigire ku çekên nukleerî bi dest bixe.
Qeşqawî: Stendina bacên xizmetê ji keştiyan hat pejirandin
Têkildarî mijara Tengava Hurmizê, Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Hesen Qeşqawî, roja yekşemê 23`yê tebaxê ragihand ku di civîneke komîsyonê de xala sêyem a plana çalakiyê ya stratejîk ji bo misogerkirina ewlehiyê li tengava Hurmizê hat pejirandin.
Naveroka xala sêyem a planê jî wiha ye:
Dê bac li ser xizmetên ku Îran wan pêşkêş dike werin sepandin, di nav de, xizmetên keştîvaniyê, xizmetên jîngehî, gihandina sotemeniyê di rewşên taybet de, xizmetên ewlehiyê û hwd.
Hesen Qeşqawî lê zêde kir ku ev bac dê ji keştiyên welatên ku destûr ji wan re hatiye dayîn ku keştiyên wan di tengava Hurmizê re derbas bibin werin stendin.
Qeşqawî anî ziman ku stendina bacê dê bi riyalê Îranî yan jî bi rêya diravekî din be ku Îranê wê guncaw dibîne.