Mazlûm Ebdî bi şênî û rûspiyên bajarê Til Temirê re civiya

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî bi şênî û rûspiyên Til Temirê re civiya. Mazlûm Ebdî ragihand ku zimanê Kurdî bûye beşeke bernameya perwerdeyê ya hikûmetê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civînê de geşedanên dawî yên pêvajoya entegrasyonê hatin nirxandin.

Mazlûm Ebdî got, cara pêşîn e gelê me bi şêweyekî fermî parastina herêmên xwe dike.

Di heman demê de mijara perwerdeya bi zimanê dayikê û parastina ziman û çanda Kurdî hat gotûbêjkirin.

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê bal kişand ser girîngiya parastina aştiya sivîl û xurtkirina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de.

Bi gotina wî ku divê rê li ber afirandina fitneyê were girtin, Ebdî tekez kir ku ew ê li hemberî hewldanên ku dixwazin nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de zêde bikin, rawestin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye