Amerîkayê 6 kes, 27 sazî û 22 keştiyên girêdayî Îranê ceza kirin

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku rêveberiya Donald Trump duh cezayên nû li ser Îranê ferz kiriye. Ev ceza li ser 6 kes, 27 sazî û 22 keştiyên ku bi Îranê ve girêdayî ne hatine sepandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev ceza kes, tor û keştiyên petrolê yên ku di veguhestina petrola xav, berhemên petrolê û petrokimyewî yên Îranê de beşdar in armanc dikin.

Her wiha Wezaretê da zanîn ku ev her 6 kesên cezakirî, pênc ji wan welatiyên Hindî ne û yek jî welatiyê Tirkiyê ye û hevkariya wan bi Îranê re heye.

Armanc ji van cezayan ew e, ku fînansekirina Îranê ji çalakiyên wê yên şer, bipêşxistina mûşekan, êrîşên sîber û piştgiriya Supaya Pasdaran qut bike.

Ev gav fişarê li ser firotina petrola Îranê jî zêde dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye