Pakistan yek ji welatên navbeynkar di navbera Amerîka û Îranê de ye.
Pakistan, wê ji bo gotûbêja şerê Rojhilatê Navîn civînek 4 alî pêk bîne.
Hikûmeta Pakistanê, ragihand ku Wezîrên Karên Derve yên Pakistan, Misir, Tirkiye û Erebistana Siûdî ji bo nîqaşkirina şerê Rojhilata Navîn dê li Îslamabadê bicivin.
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Pakistanê, Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar hevpostên xwe vexwendine Îslamabadê.
Her 3'ê wezîrên mêvan dê rojên yekşem û duşemê li paytexta wî welatî bin.
Wezareta Karên Derve ya Pakistanê li ser naveroka civînê wiha got:
"Di vê serdanê de, wezîr dê li ser çend mijaran bi hûrgulî biaxivin, di nav wan de hewlên ji bo kêmkirina rageşiya li herêmê hene."
Her wiha biryar e wezîr bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re jî bicivin.
Çavkaniyekê ji wezaretê re got ku civîna çaralî dê roja duşemê were lidarxistin.
Pakistan rola navbeynkar dilîze
Bi berdewamiya şer re Pakistan wekî navbeynkarekî sereke di navbera Îran û Amerîkayê de derketiye pêş.
Îslamabad peyaman di navbera her du aliyan de vediguhêze.
Pakistan hem bi Tehranê re û hem jî Welatên Kendavê re xwedî pêwendiyên dîrokî û bihêz e.
Her wiha pêwendiyên Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munir ên bi Donald Trump jî re gelekî baş in.
Îhtimala hevdîtina rasterast a Îran û Amerîkayê heye
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul ragihand ku ew pêşbînî dikin ku "di demeke nêzîk de" li Pakistanê hevdîtineke rasterast di navbera nûnerên Îran û Amerîkayê de pêk were.
Her çi qas Tehranê heta niha dan û standinên fermî yên bi Washingtonê re red kirine jî, ajansa nûçeyan a Tasnimê ya Îranê li ser zimanê çavkaniyekê belav kir ku Îran bi rêya Îslamabadê bersiva xwe ya ji bo plana 15 xalî ya Donald Trump şandiye.