SOHR: Di nvbera 20 heya 26 Adarê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku ji ber sûcên edlî, pevçûnên eşîran, gulebarana ketober û bermahiyên şer herî kêm 30 kesan di navbera 20-26’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR'ê ragihand ku 14 kes ji ber sûcên edlî hatine kuştin, 7 welatiyan ji ber bermahiyên şer, di şerên navmalbatî û eşîran, gulebarandina ketober û bûyerên cuda jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Her wiha eşkere kir ku di navbera 20-26’ê Adarê de li seranserî Sûriyê 30 kesan ji ber sedemên li jor jiyana xwe ji dest dane.

 

Li gorî raporê hat gotin ku pêla tundiyê li seranserê Sûriyê zêde dibe û ev jî nîşaneya têkçûna ewlehî û civakî ye.

 

Sivîl jî di her kêliya jiyanê de bi mirinê rû bi rû ne û ji bo kontrolkirina çekan, kêmkirina aloziyê û parastina sivîlan banga hewldana hevpar kir.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye