Piştî êrîşên Îsraîlê li ser baregeha Ebû El-Duhur a li parêzgeha Idlibê, nakokiya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de der barê rola leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê zêde bû.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Yisrael Katz, got ku Recep Tayyip Erdogan Tirkiyê ber bi “serpehatiyeke xeternak” ve dibe.
Katz: Erdogan Tirkiyê ber bi xeterê ve dibe
Katz her wiha ragihand ku Îsraîlê dê destûrê nede ku ti aliyekî ewlehiya wê tehdîd bike.
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şîbanî, hebûna planekê ji bo avakirina baregeheke leşkerî ya Tirkiyê yan jî belavkirina hêzên leşkerî yên Tirkiyê li baregeha Ebû El-Duhurê red kir.
Şîbanî got ku baregeh ji bo bikaranîna hêzên hewayî yên Sûriyê tê nûjenkirin û serdana efserên Tirkiyê bo baregehê di çarçoveya perwerde û hevkariya leşkerî de ye, ne ji bo avakirina hebûnekê leşkerî ya domdar e.
Bargeha hewayî ya Ebû El-Duhurê li rojhilatê parezgeha Idlibê ye. Parezgeha Idlibê li bakur li ser sînorê Tirkiyê ye,cihe bargehê ji aliyê stratejî ve girîng e, ji ber ku ew di rojhilatê Idlibê de nêzî herêmên Heleb û Hama ne.
Şîbanî: Plana baregeha leşkerî ya Tirkiyê tune ye
Li aliyê Tirkiyê jî, îdiayên Îsraîlê red kir. Li gorî Ajansa Anadolu, Tirkiyê got ku îdiayên der barê planên Tirkiyê ji bo bicihkirina hêzên leşkerî li baregehê “bêbingeh” in û ev îdiayên Îsraîlê ji bo rewa nîşandana êrîşên wê li ser Sûriyê ne.
Tirkiyê îdiayên Îsraîlê red dike
Îsraîl dibêje ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê dikare ji bo ewlehiya wê xeter be; Şîbanî dibêje ku planek ji bo hebûna leşkerî ya Tirkiyê tune ye û Tirkiyê jî îdiayên Îsraîlê red dike û êrîşên li ser Sûriyê rexne dike.