Ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî li herêmê pêla nerazîbûnan berfireh dibe

Biryara Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyê ya sînordarkirina dersên zimanê Kurdî bi sê saetan di hefteyê de, li seranserê bajarên Rojavayê Kurdistanê bi meş û daxuyaniyên girseyî yên xwendekar, mamoste û malbatan hat protestokirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê, bertek û nerazîbûnên li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê (ya bi hejmara 2068/964) ku zimanê Kurdî tenê wekî derseke bijarde ya sê saetî di hefteyê de diyar dike, her ku diçe mezin dibin. Xelkê herêmê ji Qamişlo heta Kobanê, ji Hesekê heta Dirbêsiyê daketin kolanan û daxwaz kirin ku zimanê Kurdî li kêlek zimanê Erebî bibe zimanekî fermî, neteweyî û esasî di hemû qonaxên perwerdeyê de.

Qamişlo, Hesekê û Amûdê: "Ziman hebûn û pêşeroja me ye"

Li bajarê Qamişloyê, xwendekarên Zanîngeha Rojava û mamoste li pêşiya avahiya zanîngehê û Rêveberiya Herêmê civiyan. Mamosteyê zanîngehê Delîl Doxan bi bîr xist ku ji sala 2014’an ve perwerdeya bi zimanê dayikê li herêmê bi awayekî akademîk tê dayîn û sînordarkirina wê gaveke paşveavêtinê ye. Li Hesekê jî mamoste û malbat li çerxerêya Kevokê û li ber Rêveberiya Perwerdehiyê kom bûn, sirûda "Ey Reqîb" xwendin û daxwaza mîsogeriya destûrî ji bo zimanê Kurdî kirin. Li Amûdê meşeke girseyî hat lidarxistin û hate destnîşankirin ku pergala perwerdeyê ya ku 12 sal in hatiye avakirin, nayê paşguhkirin.

Dêrik, Çilaxa û Kobanê: Daxwaza sîstema wekhev

Li bajarê Dêrikê, di daxuyaniya ku ji aliyê Stêrvan Osman ve hat xwendin de hat diyarkirin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî rewa yê mirovî ye û divê sîstemeke wekhev di navbera zimanên Kurdî û Erebî de were avakirin. Li Çilaxa jî şênî li dibistana Zagrosê li hev civiyan û pankartên "Zimanê me rûmeta me ye" hildan. Li aliyê din, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kobanê û partiyên siyasî yên herêmê ev biryar şermezar kirin û banga parastina sazûmanî û qanûnî ji bo zimanê Kurdî kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî kêmkirina dema perwerdeyê daketin kolanan

Li navçeya Dirbêsiyê jî wekî bersiv li dijî vê biryarnameyê, bi pêşengiya mamoste, xwendekar û şêniyên navçeyê xwepêşandaneke hat lidarxistin. Di xwepêşandanê de gelê Dirbêsiyê kêmkirina demjimêrên dersên Kurdî mîna "hewldaneke asîmîlasyonê û paşguhkirina vîna gelê herêmê" pênase kir. Di daxuyaniya li Dirbêsiyê de bang li Hikûmeta Sûriyeyê û wezareta peywendîdar hat kirin ku li şûna biryarên ku destkeftiyên perwerdeyê yên 12 salan tune dihesibînin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di destûra nû ya welat de mîsoger bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye