Rûsya: Bersiva me ya li dijî her karekî neyartî li herêma Baltîkê dê wêranker be

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hişyarî da welatên Rojavayî ku her hewldaneke provokatîf an jî dorpêçkirina herêma Kalîningradê li herêma Baltîkê, dê rûbirûyê bersiveke "wêranker" û "bireng" bibe. 

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku eger rewşa leşkerî û siyasî li herêma Baltîkê ber bi aloziyeke nû ve biçe, bersiva Rûsyayê ya li dijî handerên pêngavên bêserûber dê pir hişk be. Zaxarova destnîşan kir ku divê ev welat baş bizanibin ku ev bersiv dê ji bo wan bibe sedema wêrankirinê. 

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Aleksander Gruşko, fikarên welatê xwe yên derbarê rewşa derdora herêma Kalîningradê anî ziman. Gruşko diyar kir ku welatên Rojavayî venaşêrin ku ew amade ne di dema zêdebûna aloziyan de vê herêmê bixin bin dorpêçê. Her wiha wî tekez kir ku Rûsya xwedî hemû şiyanên leşkerî û teknîkî ye ku ewlekariya xwe li hemberî çalakiyên NATO'yê yên li ser sînorên xwe biparêze. Gruşko bal kişand ser herikîna leşkerî ya NATO'yê li baskê rojhilat û rahênanên leşkerî yên berfireh ku senaryoyên êrîşkar li dijî Rûsyayê dihewînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye