Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan li Zaporjiya du gundên nû kontrol kirine

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, di encama operasyonên leşkerî yên dijwar de gundên Novopavlovka û Chervonaya Krinitsiya yên li herêma Zaporjiya ketine bin kontrola artêşa Rûsyayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku yekîneyên ser bi koma "Yekîneyên Rojhilat" ve di kûrahiya berevaniya artêşa Ukraynayê de bi pêş de çûne û gundê Chervonaya Krinitsiya bi temamî kontrol kirine. Her wiha hat diyarkirin ku di encama operasyonên biryardar ên koma "Dnepro" de, gundê Novopavlovka jî li heman herêmê hatiye kontrolkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku sîstemên parastina esmanî yên Rûsyayê di nava 24 saetên dawî de 13 bombeyên esmanî yên rênîşander, mûşekek HIMARS û 1050 dronên Ukraynayê îmha kirine. Beriya niha jî aliyê Rûsyayê ragihandibû ku zêdetirî 500 dronên Ukraynayê yên ku deverên cuda yên welat dikirin armanc, hatine xistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye