Artêşa Pakîstanê ragihand ku helîkopterekî bi tîpa Mi-17 ya hêzên hewayî, li nêzî Muzafferabadê ketiye.
Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku helîkopter di dema rabûnê de ji ber pirsgirêkeke teknîkî qeza kiriye.
Di daxuyaniya artêşê de wiha hate gotin: “Helîkopterekî Mi-17 ya Hêzên Hewayî yên Pakîstanê, li nêzî Muzafferabadê di dema rabûnê de ji ber şaşitiyeke teknîkî ket.”
Artêşa Pakîstanê ragihand ku yek ji leşkerên di nava helîkopterê de nehatiye rizgarkirin. Lê agahî nehat dayîn bê ka di helîkopterê de çend kes hebûn.
Helîkopterên Mi-17 wekî guhertoya îxracatê ya modela Mi-8 a Rûsî tê zanîn û dikare nêzî 30 kes hilbigire.
Rayedaran ragihandin ku qeza ji ber xerabûneke teknîkî pêk hatiye û wan derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin.
Komên lêgerîn-rizgarkirinê û lêkolînkirina teknîkî ji bo cihê bûyerê hate şandin.
Herêma Keşmir ku helîkopter lê ket, di bin kontrola Pakîstanê de ye û bi dehan salan in di navbera Hindistan û Pakîstanê nelihevhatinek li ser wê dewam dike.