Lezgin

DYA derfeta dewlemendiya Uranyumê ji %3 dide Îranê

reset font size increase font size

Çavkaniyên Amerîkî diyar kirin ku itîfaqa Nukleerê ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Îranê pêşiniyar kiribû, derfeta dewlemendiya Uranyumê ji sedî 3 dide Tehranê.

Çavkaniyên Amerîkî ragihandin ku lihevkirina mijara Nukleerê ya ku Amerîka pêşinyar kiribû, li Tehranê dikarin heya demeke sînordar tenê di asteke herî kêm de dighêje ji sedî 3 Uranyumê dewlemend bike.

Piştî ragihandina Çavkaniyên Amerîkî yên ji bo sînordarkirina dewlemendiya Uranyumê, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser Truth Socialê, got ku ew qet derfeta dewlemendiya Uranyumê nade Tehranê.

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî duh, di hevdîtina li Qahîreyê eşkere kir ku dewlemendiya Uranyumê mafê Îranê ye.

Ebas Îraqçî tekez kir ku Tehran hewil nade ku çekên Nukleerî bi dest bixe û got: “Em naxwazin herêma Rojhilata Navîn çekên Nukleerî têde hebin.”

Her wiha Îraqçî da zanîn ku çekên Nukleerî li gel Îsraîlê heye û gefan dixwe ku wan bikar bîne.

Di vê çarçoveyê de, di demeke nêz de wê hevdîtina şeşem ya ji bo mijara Nukleerê, di navbera şandeya Îranî û Amerîkî ve pêk were.

Ceylan Hesen

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24