Qral Charlesê 3'yemîn sernavên birayê xwe ji destê wî derdixe

Qral Charlesê 3'yemîn yê Îngilîstanê dest bi pêvajoya bêparkirina hemû sernav û îmtiyazên qraliyetê yên birayê xwe Prens Andrew kiriye û Andrew dê ji qesra xwe ya li Windsor, Royal Lodge, derkeve.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyek nivîskî de, Qesra Buckingham eşkere kir ku: "Qral Charlesê 3'yemîn bi fermî dest bi pêvajoya rakirina sernav, xelat û pileya rûmetê ya Prens Andrew kir. Prens Andrew ji niha û pê ve dê wekî 'Andrew Mountbatten Windsor' were nasîn."

Hate gotin ku peymana kirêkirinê ya Royal Lodge, ku Andrew demek dirêje lê dijî, berê parastina qanûnî dabû wî, lê ev parastin niha qediyaye û agahdariyek fermî ya derxistinê jê re hatiye dayîn.

 

"Ceza pêwîst hat dîtin"

 

Hat ragihandin ku Andrew dê bo xaniyekî taybet ê alternatîf were veguhastin û wiha hat gotin: "Tevî înkarkirina berdewam a îdiayên li dijî wî jî ev ceza pêwîst hatin dîtin.

Qral û Şahbanû piştgiriya xwe ya berdewam û hevxemiya xwe ya kûr ji bo hemî qurbanî û saxmayîyên îstismarê diyar dikin."

Bi biryara ku di rojevê de ye re, sernavê "Prens" bi fermî ji Andrew hat rakirin.

Prens Andrew ji aliyê Virginia Giuffre ve, ku yek ji qurbaniyên milyarderê Amerîkî Jeffrey Epstein e, bi tacîza cinsî hatibû tawanbarkirin.

 

Qesra Buckinghamê piştrast kir ku biryar li ser talîmatên şexsî yên Qral Charlesê 3'yemîn hatiye girtin.

 

Pirtûk îdîayên tacîza cinsî yên li dijî prens Andrew vedihewîne

 

Jeffrey Epistein bi tavakirina tora tacîz, fuhuş, pedofîlî û îstîsmara cinsî hatibû tawanbarkirin û di girtîgehê de mirî hatibû dîtin. Piştî mirina wî gelek kesên navdar bi têkiliya xwe ya Epistein re bûbûn rojev.

Prens Andrew jî derket holê têkiliya wî bi Epistein re heye û Virginia Giuffre ku yek ji mexdurên Epistein e di pirtûka xwe de navê Prens Andrew dabû rê li ber gelek nîqaşan vekir.

Prens Andrew, ku di navenda îdiayan de ye, pêşî ragihand ku ew ji erkên fermî yên qraliyetê vedikişe û dû re jî ragihand ku ew ji sernavên xwe yên fermî, di nav de Dûkê Yorkê jî heye, dest berdide.

Piştî ku Prens Andrew dest ji sernavên xwe berda, hate pêşniyar kirin ku ew ji bo qesrê, ku ji sala 2003`an û vir ve lê dimîne, kirêyek piçûk a salane bide û mafê karanîna wê ji bo 75 salan bi 1 mîlyon £ bi dest xist.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye