Lezgin

Li Pakîstanê êrîş: 13 leşker hatin kûştin

reset font size increase font size

Dema ku wesayîteke tijî teqemenî li herêma Wezîristana Bakur a li ser sînorê Afganistanê karwaneke leşkerî ya Pakîstanê qelibî, herî kêm 13 leşker hatin kuştin.

Li bajarokê Mîr Alî yê herêma Wezîristana Bakur a li ser sînorê Afganistanê, wesayîteke bi teqemenî barkirî li konvoyeke leşkerî ya Pakistanî xwe qeliband. Herî kêm 13 leşker mirin û 10 jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên herêmî ya Pakistanî, ragihand ku kesên bi giranî birîndarin bi rêya hewayî ji bo nexweşxaneyeke leşkerî hatine veguhestin.

Niştecihên bajêr gotin ku ji ber teqînê camên xanîyên derdorê hejiyan û hin ban jî hilweşiyan.

Heta niha tu hêz vê erîşê negirtiye ser xwe.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24