AMNESTY: 36 jin û keçên Elewî li Sûriyeyê hatine revandin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî encamên rapora li ser revandina jinên Elewî li Sûriyeyê eşkere kir û xwest ku lêkolînerên serbixwe lêpirsîneke berfireh bidin destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, eşkere kir ku ji destpêka sibata borî ve, li parêzgehên Tertûs, Laziqiyê, Hums û Hemayê 36 jin û keçên Elewî hatine revandin.

Rêxistina Efûyê ev yek jî destnîşan kir ku tîmên wê, revandina 8 jinan belge kirine û da xuya kirin ku ew jin û keçên ku hatine revandin ji 3 salî heya 40 salî ne.

Li gorî raporê, ihtîmal heye ku hin jin bi darê zorê hatine zewicandin û ji hin malbatan jî fidye hatine xwestin, ew fidye jî ji 10 hezar heya 14 hezar dolar bû.

Rêxistinê ji Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê xwest ku jinan biparêze û di derbarê revandin û binpêkirina wan de, kesên sûcdar ceza bike û tedbîrên lezgîn bigire.  

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24