Navenda ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî, dîmenên operasyona hêzên xwe li kantona Reqayê belav kir ku tê de derdikeve, hêzeke mezin dest bi operasyonê dike û di encamê de 9 kesan digire.
Li gor daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ev her 9 kes, şaneyên veşartî yên DAIŞê ne û amadekariyên xwe kiribûn ku dest bi çend êrîş û teqînan li Reqa û gundewarê wê bikin.
Di dîmenan de diyar dibe ku di nav operasyona Hêzên Ewlekariyê de, jin jî hene û ew bi xwe beşdarî operasyona li dijî şaneyên DAIŞê bûne.