Li Herêma Cizîrê Newroza îsal wê li 7 navendan bê li darxistin

Komîteya Amadekar a Newrozê bi daxuyaniyekê bernameya Newrozê li Herêma Cizîrê eşkere kir. Komîteyê got ku; pîrozbahî dê li 7 navendan di bin dirûşma 'Bi rihê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin' were pîrozkirin".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Amadekar a Newrozê ragihand ku Newroza Îsal wê li 7 bajarên Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi rihê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin” were pîrozkirin.

 Komîteya Amadekar di daxuyaniyê de got:

 ''Newroz di bîra dîrokî ya gelê Kurd de ne tenê cejneke, lê di heman demê de sembola berxwedana li dijî zulmê ye. Baweriya azadî û ji nû ve vejînê ye.

Agirê azadiyê ku Kawayê Hesı̂nkar li dijî zalim Dehak şewitand, bi sedan salan berdewamî rêya berxwedanê ya gelê Kurd ronî kir."

Her wiha Komîteyê bal hat kişand ser yekrêziya neteweyî ya Kurdî û wiha lê zêde kir:

"Agirê Newrozê ku li Rojava bilind dibe, di heman demê de agirê daxwaza yekitiya neteweyî ya gelê Kurd e, dîrok nîşan daye ku parastina destkeftiyên Kurdan û mezinbûna azadiyê tenê bi yekitiya neteweyî pêk tê."

Komîteya Amadekar a Newrozê li Rojava bang li gel kir ku li dijî her cûreyên êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê rawestin.

Komîteyê hêvî kir ku ev Newroz bibe sedema avabûna hêza parastin hevpar a Kurdistanê . Ji bo vê armancê divê hemû tevgerên Kurdistanî berpirsiyariya xwe ya dîrokî pêk bînin.

Di daxuyaniyê de bernameya Newrozê jî hat aşkerakirin û hate gotin, "Pîrozbahî dê li 7 navendan di bin vê dirûşma 'Bi rihê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin' were pîrozkirin".

Li gorî daxuyaniya Komîteya Amadekar, cih û saetên pîrozbahiyan wiha ye:

Dêrik- Qada Şehîd Çîçek

Girkê Legê- Hilê

Tirbespiyê- Dirêjîk

Qamişlo- Hîmo

Amûdê- Çaxir Bazar

Dirbêsiyê û Til Temir- Çolbistan

Hesekê- Sed

Hemû qadên Newrozê wê bernameya wê seat 11`an de dest pê bike.

Komîteyê di dawiya daxuyaniyê de Newroz li tevahî gelên herêmê pîroz kir. Piştre agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat pêxistin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye