Koçberên Serê Kaniyê daxwaza vegereke bi ewle bo malên xwe dikin
Li gorî peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyê û QSDê de, heya niha tenê 2 karwanên koçberan vegeryane gundewarên Serê Kaniyê. Nehatiye xuyakirin jî bê dê kengî karwanên din bi rê bikevin. Koçberên Ser Kaniyê ku niha di kampên Hesekê de dimînin gotin ku nema dikarin êşên koçberiyê tehemûl bikin, dixwazin vegerin cih û warê xwe lê vegerek bi ewle be.