Li Sêrt û Êlihê ji ber tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê, bi ser malên ciwanan de hat girtin û 9 ciwan hatin biçavkirin.
Her neh ciwan îro derketin edliyeyê û bi qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan, ciwanek jî ji ber dozeke edliyê hate girtin.
Ciwanên ku bi bihaneya ku ”propagandayên rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin, li mudîrîyeta polîsan rastî tundî û heqareta polîsan hatin û dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin.
Ciwanên bi navê Yûsûf Îslam Demîr, Halîl Kizilçinar, Ahmet Poge, Halîl Olmaz, Yûsûf Aydin, Diyar Yarma û Vedat Ozer ên li Êlihê hatibûn binçavkirin îro derxistin edliyeyê.
Her 7 ciwan piştî îfadeya li dadgeriya nobedar bi qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan
Ciwanên bi navê M. Salîh Aslan û Fettah Çalkin ên li Sêrtê hatibûn binçavkirin, îro derxistin edliyeyê. M. Alî Aslan piştî îfadeya li dadgeriya nobedar bi qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.
Fettah Çalkin ji ber dozeke edlî hat girtin û ew şandin girtîgehê.