Li Elbakê helbesteke nijadperest bi zarokên Kurdan dan xwendin

Li navçeya Elbakê li Dibistana Navîn a Ayyildizê bi zarokên Kurdan, helbesteke nijadperest dan xwendin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dîmenên ku dema zarok helbestê dixwînin li ser hesabê xwe yê înstagramê parve kir û Midûriyeta Perwerdehiyê ya Netewî ya Elbakê jî ev dîmen jêvegûhest û wê jî di rewşa xwe ya înstagramê de parve kir.

Di parvekirinê de wiha hatiye nivîsin: “Di modela perwerdehiyê ya Tirkî ya pola 6`an a di beşa ‘Dewlemendiya Zimanê Me’ de em helbestan ji ber dikin. ‘Em Tirk in, em bi Tirkî diaxivin.’”

Helbest di pirtûka fermî de cih digire

Hat zanîn ku ev helbesta nijadperest, di pirtûka perwerdehiyê ya fermî de ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) ve hatiye amadekirin.

Her wiha hate diyarkirin ku gelek naverokên bi vî rengî, di pirtûkên perwerdehiya fermî de cih digirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye