Di 21'ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, li gelek bajar,n Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên curbicur hatin lidarxistin ku tê de girîngiya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiya civakî hat destnîşankirin.
Li Cizîrê ji bo zimanê Kurdî meş hat lidarxistin
Li navçeya Cizîra Botan, bi pêşengiya Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî meşek hate lidarxistin.
Welatî, bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn û di meşê de bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi ziman re hatin berzkirin.
ÎHD: Perwerdahiya bi zimanê dayikê maf e
Li Sêwregê, welatiyên gundê Girê Sorê, ji bo balkişandina ser roja zimanê dayîkê dersên sembolîk ji aliyê Ziman Ziman Kurd birin. Bi dirûşmeyên "Ziman Aşîtî Azadî" derketin kolanê.
Şaxê ÎHD`ê yê Îskenderûnê li bajarê Hatayê daxuyanî da û destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî kolektîf e.
Li Îzmîr û Rihayê civînên ji bo ziman hatin lidarxistin
Her wekî din Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a bajarê Îzmîrê li ber avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî civîna çapemeniyê li ber Novada Park AVM'yê bi girseyî pêk anî.
Li Amedê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Amedê meşeke bi coş hat lidarxistin û dovîzên “Bila Kurdî Bibe Xwedî Statû”, “Azadiya Zimanê kurdî Bingeha Aştiyê ye” û “Dem Dema Zimanê Kurdî ye” hatin bilindkirin.
Şaredariya Pirûsê kursên ziman dan
Şaredariya Pirsûsê bi boneya 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, navenda Etûdê ya Kurdî vekir û "Kursa Zimanê Kurdî û Etûdê ya Ehmedê Xanî" pêşkêş kirin.