Trump: Em ê bacên gumrikê yên gerdûnî ji %10 bo %15 bilind bikin

Donald Trump piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkayê bacên wî yên berê neqanûnî dîtin got ku ew ê bacên demkî li ser hawirdekirina ji hemû welatan ji sedî 10 bike jisedî 15.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berîya çend rojan biryara Trump a ku ji sedî 20 bacên gumrîkê zêde dikir, ji aliyê Dadgeha Bilind a DYA'yê ve hat betalkirin.

Piştî wê Trump biryarnameyeke nû weşand û bacên gumrîkê ji sedî 10 zêde kir.

Duh Trump li gorî Qanûneke cuda, bi benda 122 tê zanîn ku destûrê dide bacên gumrîkê bike ji sedî 15 ragihand.

Her wiha ji bo ketina van qanûna ya merîyetê hewcedarî bi pejirandina kongreyê ya di nav 150 rojî de heye.

Heya niha tu serokekî qet Benda 122'yan bikar neanîye, bikaranîna vê qanûnê jî dikare bibe sedema pirsgirêkên qanûnî yên din.

Pisporên bazirganiyê û berpirsên kongreyê dan zanîn ku anket nîşan didin ku hejmareke zêde ya Amerîkiyan, bacê bi bilindbûna bihayan sûcdar dikin.

Qesra Spî zelal kir ku bacên ku di beşa 122'an de hatine destnîşankirin, ji bo hin dehatan tenê derbasdarin, wekî mîneralên stratejîk, metalên din, hilberên enerjiyê û îstîsnayan.

Biryara Dadgeha Bilind ku ji hêla Serokdadwer John Roberts ve hatiye nivîsandin, dide xuyakirin qanûna ku Trump ji bo piraniya bacên xwe bi kar aniye, desthilata ku Trump îdîa kiriye nade serok.

Trump bi hêrs bertek nîşanî biryarê da, piraniya dadweran wekî "ehmeqan" bi nav kir, di heman demê de soz da ku şerê xwe yê bazirganiya cîhanî bidomîne.

Her wiha Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku ev biryar girîngiya kontrol, hevsengî û serdestiya hiqûqê di pergalên demokratîk de nîşan dide.

Şansolyeyê Alman Friedrich Merz hêviya xwe anî ziman ku ev biryar wê barê li ser şîrketên Alman sivik bike.

Merz zêde kir ku ew ê serdana xwe ya pêşerojê ya DYA'yê bikar bîne da ku tekez bike ku bac zirarê didin her kesî.

 

 

Merz pêşbînî dike ku piştî biryara dadgehê ya li dijî bacên Trump, dê barên gumrikê kêm bibin

 

Merz da zanîn ku ew ê bi welatên din ên YE re ji nêz ve hevahengiyê bike da ku berî serdana xwe ya Dewletên Yekbûyî bigihîje helwestek hevpar û ew ê tekez bike ku bacên gumrikê bandorê li Washingtonê jî dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye