Aboriya Îranê piştî şer di çi rewşê de ye?

Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê de, gelek zirar derketin. Hikûmeta Îranê zireran bi nêzîkî 270 milyar dolarî texmîn dike. Her wiha hikumetê eşkere kir ku 12 sal pêwîst in ji bo vegera asta beriya şer, ew jî bi mercên rakirina sizayan ve girêdayî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya şerê ji 28'ê Sibata 2026'an ve, saziyên darayî yên cîhanî, aboriya îranê bi aboriya bêistiqrar bi nav dikir.

Di dema êrîşên li dijî Îranê de, her dolarekî Amerîkî bi qasî 140 heta 160 hezar Tûmanê Îranî bû.

Vê bihabûnê, hişt ku Îranî berê xwe bidin xwarinên erzan û xwarinên biha ji bîr bikin.

Hikûmeta Mesûd Pizîşkiyan budceya sala 2026'an wekî “budceya herî dijwar” bi nav kir ku tê de xercî tenê ji bo dayîna deynan û pêbendiyên ewlehiyê hatine zêdekirin.

Di roja yekemîn a şer de, di êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên li li ser Îranê de, serkirdeyên herî payebilind hatin kuştin, lew re di birêvebirina welêt de valahiyek derket.

Vê darbeyê, hişt ku aboriya hemû jêderên Îranê raweste.

Polîtîkaya Amerîkayê li hemberî aboriya Îranê

Girava Xarkê “taca şahaneyî ya aboriya Îranê ye” ji ber ku nêzîkî 90% ji hinartina petrola xav a welêt di wê re derbas dibe.

13`ê Adarê, Amerîka bêhtirî 90 armancên leşkerî li giravê wêran kirin.

Donald Trump ragihand ku wî êrîşî rafîneyên petrolê nekiriye ji ber pêbendbûna bi prensîbên “exlaqî” ve.

Lê ev taktîkek bû ji bo hiştina sektora petrolê wekî zext di dan û standinan de.

Ji 12'ê Nîsanê ve, ji ber dorpêça Amerîkayê ya li ser Tengava Hurmizê ti keştî negihaştine benderên Îranê.

Êrîşên li dijî jêderên aboriyê

Di êrîşan de zeviya gazê ya Parsa Başûr a li başûrê Îranê hate bombebarankirin.

Ev zevî embara herî mezin a gaza cîhanê ye û di ji sedî 70 heta ji 80'î gaza navxweyî ya Îranê hildiberîne.

18'ê Adarê jî Îsraîlê qad û dezgehên petrokîmyayî yên Eseluyeyê bombebaran kirin.

Vê êrîşê hişt ku hilberîn li du rafîneyan raweste ku rojane şiyana wan 100 milyon metre sêca bû.

Ev yek jî bû sedema rawestandina ji sedî 85'ê şiyana hinartina petrokîmyaya Îranê.

Ji ber vê wêrankariyê, Îranê hinartina gaza xwe ya ji bo Îraqê qut kir ku sêyeka elektrîka wî welatî dabîn dikir.

Bi van re zirareke mezin gihaştiye saktorên petrolê.

Pispor pêşbîn dikin ku ev yek bibe sedema ji destdayîna 300 heta 500 hezar bermîlên şiyana berhemanîna rojane ya petrola Îranê.

Yanê salane 9 heta 15 milyar dolar dahata mayînde ji dest diçe.

Hikumeta Îranê zirar bi nêzîkî 270 milyar dolarî texmîn dike.

Tenê sektora petrokîmyayê 30 heta 50 milyar dolar e.

Hilberîna polayê ji sedî 70 paş ketiye.

Aboriya dîjîtal ji 2 heta 3 milyar dolar ji ber qutbûna înternetê ye.

Banka Navendî ya Îranê texmîn dike ku 12 sal pêwîst in ji bo vegera asta beriya şer, ew jî bi mercên rakirina sizayan ve girêdayî ye.

Daneyên nirxên xwarinê li Îranê di navbera Adara 2025'an heta Adara 2026'an de nîşan didin ku şer çawa birçîbûn bileztir kiriye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye