Di 27’ê Sibata 2025’an de Rêberê Damezîrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bang kir.
Li ser vê bangê re salek zêdetir dem derbas bû, aliyên PKK`ê gelek gav avêtin, lê dewleta Tirkiyê heta niha gav neavîtine.
Taybet jî civaka Kurd û ya Tirkiyê benda gavên qanûnî ye ku Tirkiyê bavêje.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ji bo balê bikişîne ser vê mijarê, îro di saet 8`an de li ser platformên medya dijîtal kampanyayek "hashtag" dide destpêkirin.
Têkildarî kampanyayê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî rapora hevbeş a Komîsyona Parlamentoyê di 18ê Sibatê de hat weşandin jî, ji wê rojê ve ji aliyê partiya desthilatdar ve gavên qanûnî nehatine avîtin.
OHD`ê di kampanya xwe de ev peyam da:
"Em li bendê ne ku partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû mirov, nemaze rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî, beşdarî vê kampanyayê bibin.
Em tekez dikin ku piştgiriya we di hewldanên me yên ji bo hişyarkirina raya giştî ji bo gavên qanûnî yên ku ji bo demokratîkbûna welêt û avakirina aştiya mayînde hewce ne, pir girîng e. Hashtag dê roja sêşemê, 21ê Nîsanê, were ragihandin."
Piştî vê daxuyaniya OHD, gelek daxuyaniyên piştgiriyê ji bo kampanyayê ji sektorên cûda, di nav de siyasetmedar, hunermend û parêzvanên mafên mirovan, hatin.
Ahmet Turk: Divê parlamento gavên qanûnî bavêje
Piştgiriyeke din ji bo kampanyayê ji siyasetmedarê Kurd ê xwedî ezmûn Ahmed Turk, hat ku ji posta xwe ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hate dûrxistin û li şûna wî qeyûmek hate danîn.
Ahmet Turk, di peyama xwe ya vîdyoyî de wiha got:
"Bi rastî, Kurdan hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anîne da ku ev pêvajo bibe aştiyane.
Erkên girîng dikevin ser milê hikûmet û Parlamentoyê da ku ev pêvajo mayînde bibe.
Pêdivî ye ku her kes bi cidiyeteke mezin rolekê bilîze da ku rêziknameyên qanûnî yên pêwîst di zûtirîn dem de bêne rojevê.
Bê guman, em ê heta dawiyê li kêleka vê pêvajoyê bisekinin û piştgirî bidinê.
Gavên ku ji hêla Birêz Ocalan û PKK ve hatine avêtin, divê neyên kêmkirin. Bi rastî, divê ew wekî şansekê ji bo destpêka serdemeke nû were hesibandin.
Bakirhan: Divê her kes piştgiriya kampanyayê bike
Hevserokê Partiya DEM Tuncer Bakırhan jî, daxwaza piştgiriyê ji bo kampanyaya ku ji hêla Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ve were destpêkirin, kir.
Bakırhan di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:
"Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz dê di 21ê Nîsana 2026`an de kampanyayekê li ser medyaya civakî bide destpêkirin.
Ev kampanya rêziknameya danûstandina azad, şert û mercên kar û jiyanê yên Birêz Ocalan, bicîhanîna biryarên Dadgeha Destûrî û DMME, rakirina qeyûman û gavên qanûnî yên bi vî rengî dihewîne.
Em bawer dikin ku ev kampanya pir hêja û girîng e.
Divê her kes piştgiriyê bide vê kampanyaya ku ji hêla ÖHD ve hatî destpêkirin.”
Bakirhan di dawî de got ku ew weke DEM Partî piştgirî didin pêngava OHD`ê û divê dewlet di zûtirîn dem de gavên qanûnî bavêje.