Nivîsgeha çapemeniyê ya serokwezîrê Îraqê got ku Elî Zeydî bi hejmarek rayedar û fermandarên ajansên ewlehiyê re civiya.
Aramnc ji civînê ew e ku pêşketinên dawî yên der barê rewşa ewlehî, aborî û operasyonên li dijî gendeliyê de gotûbêj bike.
Zeydî pabendbûna hikûmetê ji bo şerê li dijî gendeliyê, anîna berpirsên gendel ji bo dadgehê û bicihanîna bernameya çaksaziyê ya hikûmetê dubare kir.
Elî Zeydî her wiha bang li dezgehên ewlehî û çavdêriyê kir ku ji bo tawanên gendeliyê û kesên gendel hevahengiyê bikin.
Zeydî tekez kir ku şerê li dijî gendeliyê berpirsyariyeke neteweyî ya hevbeş e û ji bo pêkanîna dadmendiyê divê di navbera dezgehên ewlehî û dadwerî de hevkariyeke tam hebe.