Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl li Şamê tev li çalakiyên vêxistina agirê Newrozê bûn.
Çavkaniyan diyar kirin ku Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl, wê ligel serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera û hejmarek rayedarên hikumetê di merasîma vêxistina agirê Newrozê ya li Şamê de amade bibin.
Ev beşdarbûn wekî beşeke ji çalakiyên ku li bajarên cuda yên Sûriyê ji bo pîrozkirina Newrozê têne lidarxistin e.