Qahîreyê mazûvaniya civîna wezîrên derve yên 4 welatan kir

Li Qahîreyê, wezîrên derve yên Misir, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê ji bo gotûbêjkirina pêşketinên herêmî û navdewletî û xurtkirina hevrêziya di navbera wan de, civiyan.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezîrên derve di civîna xwe de ya li Qahîreyê girîngiya berdewamiya hevkarî û dan û standina ji bo parastina aramiya Rojhilata Navîn tekez kirin.

Wezîrên Derve yên Misir, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê, li ser vexwendina Komara Misirê, li Qahîreyê Civîna Şêwirmendiyê ya Çaremîn li dar xistin.

Di civînê de Muhora Îslamabadê ya navbera Amerîka û Îranê weke gaveke erênî pêşwazî kirin û li ser kêmkirina aloziyê û piştgiriya çareseriyên siyasî nirxandin kirin.

Her wiha di civînê de doza Filistînê ji nû ve hat piştrastkirin û wezîran bang kir ku li herêmê ewlehî û aramî werin mayîndekirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye